Encama hilbijartinê li Gurcistanê welat aloz kir! Serokatî jî tevlî xwepêsandanan bû!

29 October 2024 11:37 0 dîtin
Encama hilbijartinê li Gurcistanê welat aloz kir! Serokatî jî tevlî xwepêsandanan bû!

PeyamaKurd – Serketina partiya desthilatdar Xewna Gurcistanê di hilbijartinên parlemanî de ku roja Şemiya borî li Gurcistanê hatin lidarxistin, alozî li wî welatî zêde kir.

Partiyên muxalif ên Gurcistanê li dijî encamên hilbijartinê derketin û li paytext Tbîlîsê xwepêşandanek organîze kirin, piştî ku Xewna Gurcistanê ya desthilatdar di hilbijartinên giştî yên 26ê Cotmehê de bi ser ket.

Di dema ku partiya desthilatdar ji sedî 54 ê dengan di sindoqan de bû yekem û firsend bi dest xist ku bi serê xwe hikûmetê ava bike, ji ber ku Serokwezîr Irakli Kobahidze wekî alîgirê Rûsyayê tê dîtin.

Serokdewleta Gurcistanê ya alîgirê rojava Salome Zurabishvili ragihand ku ew encamên hilbijartinê nas nakin û bang li gel kir ku dakevin qadan.

Li ser banga Serokkomarê Gurcistanê Salome Zurabishvili gel bi pêşengiya partiyên muxalefetê daket kolanan.

Bi îdiaya ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin, bi hezaran xwepêşander li ber avahiya parlementoya paytext Tiblîsê li hev civiyan û xwestin ku hilbijartin bên nûkirin.

Serokên muxalefetê yên ku benda ji sedî 5 derbas kirin û mafê temsîliyeta parlementoyê bi dest xistin jî beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandan bi lêdana sirûda dewleta Gurcistanê dest pê kir û gelek caran dirûşmên "Gurcistan, Gurcistan" û "Bijî Gurcistan" hatin berzkirin.