Daxuyaniya Pentagonê li ser kustina serokê DAISê ji aliyê MÎTê ve!

03 May 2023 10:32 0 dîtin
Daxuyaniya Pentagonê li ser kustina serokê DAISê ji aliyê MÎTê ve!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tûggeneral Ryder diyar kir, ew nûçeyên ku tê gotin Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) serçektarê DAIŞê Ebû Huseyîn El-Huseynî El Qureyşî kuştiye, piştrast nakin.

Ryder got, "Eger rast be, wê bi kêfxweşî were pêşwazîkirin. Bi awayekî giştî em tiştên ku Tirkiyeyê li dijî DAIŞê kirine teqdîr dikin. Weke ku hûn jî dizanin, li herêmên sînor ên Bakurê Sûriyeyê, berê jî hêzên Tirkiyeyê li dijî DAIŞê şer kirine û dîsa, her tiştê ku civaka navdewletî ji bo têkbirina DAIŞê bi awayekî mayînde bike, pir alîkar e."

Li ser pirsa gelo di navbera hêzên çekdar ên her du welatan de li ser vê mijarê pêwendiyek heye yan na, Ryder xwe ji bersiva pirsê dûr xist û pirs arasteyî Fermandariya Hêzên Ewropî ya Amerîkayê kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 30ê Nîsanê de ragihandibû ku El Qureyşî li bajarokê Cindiresê yê Efrînê hatiye bêbandorkirin.