Serokê Amerîka Joe Biden kustina serkirdeyê DAISê Hasim Qureysî li Idlibê ragihand
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê operasyona hêzên taybet a şeva borî li gundewarê Idlibê yê nêzî sînorê Tirkiyê de daxuyanî da. Biden ragihand ku Ebû Haşim Qureyşî yê wekî xelîfe ketibû şûna Ebubekir Bexdadî di wê operasyonê de hatiye kuştin.
Joe Biden ragihand, di operasyona dijî terorê ya hêzên Amerîkayê li parêzgeha Idlibe ya Sûriyê de, serkirdeyê DIAŞê yê bi navê Ebû Ibrahîm El Haşimî El Qureyşî hat kuştin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden herwiha da zanîn, şeva borî li ser fermana wî hêzên leşkerî yên Amerîkayê operasyoneke dijî terorê li Idlibê bi awayekî serkeftî pêk anîne.
Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî vê peyamê jî hurgiliyên operasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê eşkere kir û got, “Xelîfeyê DAIŞê xwe teqand û çend endamên malbata xwe kuştin.”
Joe Biden got ku wî terorîstê DAIŞê li Şingalê tawan li dijî Kurdên Êzidî kirine û diyar kir, "Êrîşa dawî ya li ser zindana Xiwêran a Hesekê jî bi fermana wî bû ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi qehremanî rûbirû bûn.”
Joe Biden da xuyakirin ku xelîfeyê DAIŞê Qureyşî ku kesekî metirsîdar bû ti hizrek ji bo endamên malbata xwe nekirin û li derdora xwe hiştin û hêzên Amerîka jî bi balafiran ew nekirin armanc da ku sivîl nebin qurbanî, lê dema hat dorpêçkirin xwe teqand.
Serokê Amerîkayê da zanîn ku ew dê berdewam bin li ser karkirina li gel HSDê, hêzên Iraqê û Pêşmerge û got: “Parastina aramiya Amerîka û hevpeymanên me erkê me yê sereke ye.”

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Amerîkayê operasyona şeva 2yê Sibata 2022yan a bi daxistina hêzan hatiye kirin, piştî operasyona kuştina Xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî ya 2019an li sînorên Idlibê yên Tirkiyê, operasyona herî mezin a bejahî ya hatiye encamdan e. Ebû Haşim Qureyşî piştî mirina Bexdadî wekî xelîfeyê DAIŞê ketibû şûna wî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin