Amerîka plana kustina serokê sîrketa sîlihan ya Almanya Rheinmetallê derxist holê

11 July 2024 23:34 0 dîtin
Amerîka plana kustina serokê sîrketa sîlihan ya Almanya Rheinmetallê derxist holê

PeyamaKurd – Îstîxbarata Amerîkayê plana kuştina serokê şîrketa sîlihan ya Almanya Rheinmetallê derxist holê. Plan ji aliyê Rûsya de hatiye kirin ji ber ku şîrketa Almanya ji bo Ûkraynayê guleyên topan û alavên leşkerî hildiberîne.

CNN, mijarê ragihandiye û çavkaniya xwe dibe ser çavkaniyên Rojavahiyan û dibêje di serê sala 2024an de, îstîxbarata Amerîka hîn kiriye ku Rûsya plana kuştina CEOyê şîrketa Rheinmetallê, Armin Papperger kiriye. Li ser mijarê hişyariyê dane maqamên Almanya û plan têkçûye.

Ji hukumeta Almanya kesê nexwestiye navê wî/wê bê gotin, mijarê piştrast kiriye û gotiye Amerîka di derbarê planê Rûsya de, wan hişyar kiriye û piştî hişyariyê hêzên ewlehiyê ji bo parastina Papperger ketine nav tevgerê.

Şîrketa Almanya Rheinmetall, ji bo Ûkraynayê bi taybetî di hilberîna guleyên topên 155 mm, şîrketa herî mezine.

Çavkaniyekî xwediyê agahiyên di derbarê babetê de ragihandiye ku şîrket plan dike di wexteka nêz de li Ûkraynayê fabrîka alavên zirxî veke û ev plan Rûsyayê dixe nav endîşê.