Ji Pentagonê daxuyaniya zêdebûna metirsiya DAISê li Iraq û Sûriyê

07 August 2019 14:23 0 dîtin
Ji Pentagonê daxuyaniya zêdebûna metirsiya DAISê li Iraq û Sûriyê

PeyamaKurd - Berpirsekî Wezareta Bergîriyê ya Amerîka ragihand ku ji ber vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, DAIŞ careke din derdikeve û li Iraqê jî karînên xwe zêde kiriye.

Li gorî medya Amerîkî ku bi zarê berpirsê Pentagonê ragihandiye, tevî DAIŞ li ser asta herêmî têk çûye, lê niha li Iraqê karînên wê zêde bûne û li Sûriyê jî careke din dest bi çalakiyên xwe dike.

Berpirsê Amerîkî got ku DAIŞê kariye kiriyarên xwe li her du welatan yek bixe, sedemeke wê jî ew e; hêzên xwecihî nikarin operasyonên demdirêj birêve bibin, nikarin hejmarek operasyon di yek demê de bikin û nikarin parastina xaka vegerandine bikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî roja 23ê Adara bûrî piştî kontrolkirina dawî berîka DAIŞê li Baxozê li parêzgeha Dêrazorê têkçûya DAIŞê ragihandibû.

Piştî bidawîbûna şerê DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê, HSDê ragihandibû ku şerê wê li dijî DAIŞê kete qonaxeke nû û dê bi Hevrêziya Hevpeymaniya Navdewletî re operasyonên xwe li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê berdewam bikin.