Pentagonê ji bo sala 2020an budçe ji HSDê re veqetand

29 December 2019 10:38 0 dîtin
Pentagonê ji bo sala 2020an budçe ji HSDê re veqetand

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Pentagon, di çarçooveya têkoşîna li dijî DAIŞê, beşek ji budceya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re terxan kir.

Beriya çend rojan Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagon budceya xwe ya sala 2020an wekî 738 milyar dolar eşkere kir.

Pentagonê û di çaçroveya berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya bi hevkariya QSD’ê, ji vê budceyê beşek ji QSD’ê re destnîşan kir.

Armanca vê yekê jî, parastina girtîgehên terorîstên DAIŞê ku di bin destê HSDê û parastina destkeftiyên şerê li dijî DAIŞê ye.

Di budceyê de pûtepêdan bi siberoja Amerîkayê li Sûriyê jî hate kirin û hat tekezkirin ku dê rêjeya piştgirî û peydakirina pêdiviyan ji bo şerê li dijî DAIŞê bê bilindkirin.

Herwiha di budçeyê de alîkariya ji bo kêmnetewên li Sûriyê û Iraqê jî hatiye diyarkirin.