Di budçeya Amerîka da para Pêsmerge û HSDê diyar bû

12 March 2024 17:23 0 dîtin
Di budçeya Amerîka da para Pêsmerge û HSDê diyar bû

 PeyamaKurd - Rêveberiya Biden pêşniyar kir ku Kongire ji bo sala 2025an zêdetirî 849 milyar dolaran ji bo budceya berevaniyê ya Amerîkayê terxan bike. Di wê budçeyê de, zêdetirî 528 milyon dolar ji bo rahênan û pirçekkirina Pêşmergeyan, hêzên Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD hatine terxankirin.

Amerîka Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên li Rojavayê Krurdistanê wekî hevpeymanên xwe dibîne û salene ji bo wan budçeyê terxan dike.

Rêveberiya Amerîkayê pêşniyara budçeya sala 2025an ji Kongireyê re şand ku tê de pişkeka budceyê ji bo rahênan û pirçekkirina hêzên Pêşmergeyan hatiye terxankirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyar kiriye ku ji bo sala 2025an 849 milyar û 800 milyon dolar ji bo budceya bergiriyê ya Amerîka bê terxankirin.

Daxwaz hatiye kirin, 528 milyon û 966 hezar dolar ji bo rahênan û pirçekkirina Pêşmergeyan, hêzên Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bên pejirandin. Ji wê hejmara 380 milyon û 758 hezar dolar ji bo Pêşmergeyan û hêzên Iraqê û 147 milyon û 941 hezar dolar jî ji bo alîkarîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatiye xwestin.

380 milyon dolarên ji bo Pêşmerge û hêzên Îraqê hatine pêşniyarkirin; 257 milyon û 58 hezar dolar ji bo rahênan û pirçekkirinê, 9 milyon û 700 hezar dolar ji bo alîkariyên lojistîkê, 60 milyon dolar ji bo mûçeyan, 4 milyon û 795 hezar dolar ji bo nûkirin û çakkirina jêrxaneyê û 49 milyon û 205 hezar dolar jî ji bo çakkirina çek, erebe û alavên din hatiye terxankirin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihandiye: “Amerîka pabendî alîkarîkirina Pêşmergeyan, hêzên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, ji bo nehiştina DAIŞê. Metirsiya DAIŞê hêj maye û hewl dide xwe dîsa birêxistin bike”.

Tê çaverêkirin pêşniyara Biden di çend mehên bê de li Civata Pîran û Nûnerên Amerîkayê bê pejirandin û piştî pejirandinê Biden îmze bike û budçeya sala 2025 were bikaranîn.