Amerîkayê di budçeya 2022yan de 260 milyon dolar ji hêzên Pêsmerge re veqetand

28 December 2021 15:24
Amerîkayê di budçeya 2022yan de 260 milyon dolar ji hêzên Pêsmerge re veqetand

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Jeo Biden budçeya Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ya 777 milyar dolaran pesend kir ku tê de 260 milyon dolar ji bo alîkariya hêza Pêşmerge hatiye diyarkirin.

Li gorî budçeya sala 2022an a Pentagonê, 345 milyon Dolar ji bo alîkarî û biçekkirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatiye diyarkirin û di nava wê de jî bi qasî 260 milyon Dolar ji bo hêza Pêşmerge ye.

Di projebudçeya Wezareta Berevaniya Amerîka de hatiye diyarkirin, ji ber ku Bexda mûçeyên hêza Pêşmerge naşîne, para mezin a hevkariyên Amerîka ya Iraqê ji Pêşmerge re hatiye terxankirin.

Di rapora Pentagonê de hatiye gotin, rola hêzên Pêşmerge ya girîng di rûbirûbûna DAIŞê de heye û Pêşmerge pêkhateyeke sereke ya hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye.

Hêjayî gotinê ye, budçeya 2022an a Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji 777 milyar Dolaran pêk tê ku di asta cîhanê de mezintirîn budceya berevaniyê ye.