Norwêcê ji bo Filîstîniyan budçeya UNRWAyê 9 milyon dolar zêde kir

17 June 2024 20:25
Norwêcê ji bo Filîstîniyan budçeya UNRWAyê 9 milyon dolar zêde kir

PeyamaKurd – Wezîra Geşepêdanê ya Navdewletî ya Norwêcê Anne Beathe Tvinnereim, ragihand ku welatê wê alîkariya bo filîstîniyan a Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Rojhilata Nêzîk (UNRWA) 9 milyon dolaran zêde dike.

Tvinnereim diyar kir, niha budçeya wan a UNRWAyê nêzî 25 milyon dolar e û ew dê bi qasî 9 milyon dolarên din zêde bikin.

Welatê Norwêcê yek ji wan welatan e ku demek berê dewleta Filîstînê bi fermî nas kiriye.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Norwêcê Espen Barth Eide ragihandibû ku hewcedariya rêveberiya Filîstînê bi hevkariya wan heye. Eide gotibû, bi qasî nîv milyon Filîstînî ji ber şerê Îsraîlê di rewşeke zehmet re derbas dibin û herwia hişyariyê didin ku dibe rêveberiya Filîstînê vê havîne hilweşe.