Ji bo Ukraynayê Komîsyona Tezmînatê tê avakirin

16 December 2025 19:29 1 dîtin

Li bajarê Laheyê yê Hollandayê, bi piştgiriya zêdetirî 30 welatan, peymanek ji bo avakirina "Komîsyona Tezmînatê ya Navnetewî" hate îmzekirin da ku zirar û ziyanên li Ukraynayê ji ber dagirkeriya Rûsyayê çêbûne werin tezmînkirin.

Ji bo Ukraynayê Komîsyona Tezmînatê tê avakirin
Ukrayna, Rûsya

 Li bajarê Laheyê yê Hollandayê, bi piştgiriya zêdetirî 30 welatan, peymanek ji bo avakirina "Komîsyona Tezmînatê ya Navnetewî" hate îmzekirin da ku zirar û ziyanên li Ukraynayê ji ber dagirkeriya Rûsyayê çêbûne werin tezmînkirin.

Ev konferansa dîplomatîk, ku ji aliyê Hikûmeta Hollandayê û Konseya Ewropayê ve hatibû organîzekirin bi beşdariya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, Serokwezîrê Hollandayê û gelek wezîrên karên derve û dîplomatên ji welatên Ewropayê pêk hat.

Sekreterê Giştî Berset destnîşan kir ku peymana ji bo damezrandina vê komîsyonê, ku armanca wê lêkolîn û biryardana li ser daxwazên tezmînatê ji ber kiryarên dijî hiqûqa navneteweyî ya Rûsyayê ye, dê ji bo hemû dewletên cîhanê vekirî be û peyameke zelal bide ku ew jî "Divê her ziyan were qeydkirin, divê her ziyan were telafîkirin."

Serokê Ukraynayê Zelenskiy jî bang kir ku piştgiriya navneteweyî ji bo vê komîsyonê bê dayîn û got, "Ger ku gelê me di bin dîlîtiya Rûsyayê de bimîne û zarokên Ukraynayî yên hatine revandin venegerin malên xwe, divê Rûsya xwe wekî tawanbar hîs bike û encamên van tawanên xwe bibîne."