Sûdanî ji bo avakirina komîsyona lêkolînê ferman da

30 October 2022 14:04 0 dîtin
Sûdanî ji bo avakirina komîsyona lêkolînê ferman da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser bûyera teqîna li taxa Binok a Bexdayê ku 9 kesan can da, fermana avakirina komîsyoneke lêkolînê da.

Li gorî ragihandina Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê, Sûdanî ji bo lêkolînkirina sedemên teqîna tanka li taxa Binok a Bexdayê, fermana avakirina komîsyoneke lêkolînê daye da ku sedemên teqînê ji raya giştî re bên eşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye, şeva borî li taxa Binok a Bexdayê tankêreke sotemeniyê teqiyabû û di encamê de, 9 kesan can dabû, 13 kes jî birîndar bûbûn.