Fermandarê Amerîkî: Em ji bo avakirina hêza nistimanî ya Kurdistanê dibin alîkar
PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Şêwirmendên Serbazî yê Hevpeymanan li Iraqê General Ham û şanda pê re kir.
Wezareta Pêşmerge ragihand, di civîna ku Wekîlê Wezaretê Ebdilxaliq Babîrî û efserên pilebilind ên wezaretê jî tê de amade bûbûn de, Wezîrê Pêşmerge behsa pirs û proseya çaksaziyên li Wezareta Pêşmerge kir.
Şoreş Îsmaîl got, “Çaksazî proseyeke cidî ye û ji bo vê yekê jî em li ser rêkxistin û yekkirina hêzên Pêşmergeyan û avakirina firqe û deverên di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de berdewam in, bi alîkarî û hevahengiya şêwirmend û diplomatkarên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê.”
Wezîrê Pêşmerge pesnê hewldanên şêwirmendên leşkerî yên Hevpeymanan da û rolê wan di rûbirûbûna terorê, parastin û îstiqrara Herêma Kurdistanê û proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge de bilind nirxand.
Em ji bo hêzeke niştiminî ya Kurdistanê alîkar dibin
Fermandarê Giştî yê Şêwirmendên Serbazî yê Hevpeymanan li Iraqê General Ham jî piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir û got: “Em ji bo avakirina hêzeke niştîmanî ya berdewamî ji Kurdistanê re alîkar dibin û hêviya me ew e ku proseya çaksaziyê bigihe encameke girîng û pêdivî li Wezareta Pêşmerge.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin