Erebistana Siûdî 40 milyon dolar pistgirî da UNRWAyê

21 March 2024 11:32 0 dîtin
Erebistana Siûdî 40 milyon dolar pistgirî da UNRWAyê

PeyamaKurd – Erebistana Siûdî ragihand ku ew ê 40 milyon dolar fînanse bide Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Qral Selman û Navenda Lêkolînên Însanî (KSRelief) hat dayîn de hat diyarkirin, "Em ê 40 milyon dolar piştgirî bidin UNRWAyê ku ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha erzaq da 250 hezar kesî û li 20 hezar malbatên li Şerîda Xezzeyê çadir belav kir."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi talîmata Qral Selman û Welîehd Mihemed Bîn Selman wê alîkariya mijarê ji bo gelê Filistînê ku jiyana wan di xetereyê de ye bê kirin. Hat tekez kirin ku KSRelief bi biryar e ku alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkê Xezzeyê bike.

Îsraîl îdia kir ku 12 xebatkarên UNRWA yên ku nasnameya wan eşkere bû, di êrîşên 7ê Cotmehê de cih girtine.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, derbarê îdîayên rayedarên Îsraîlî yên ku dibêjin personelên UNRWA di êrîşên 7ê Cotmehê de cih digirin, daxwaza lêpirsîneke lezgîn kiribû.

UNRWA jî li ser îdiayên Îsraîlê lêpirsîn da destpêkirin.

Îsraîl dixwaze ku UNRWA operasyonên xwe bi temamî biqedîne û ji herêmê derkeve.

Almanya, Swîsre, Îtalya, Kanada, Fînlandiya, Awûstralya, Îngilîstan, Hollanda, DYA û Fransayê ragihandin ku wan biryar daye bi awayekî demkî desteka xwe ya aborî ya ji bo UNRWA rawestînin.