Erebistana Siûdî 10 milyon dolar alîkariyê dide koçberên Ukraynayê
PeyamaKurd – Erebistana Siûdî ji bo alîkariya koçberên Ukraynayê yên ji ber şer reviyane welatên din, 10 milyon dolar alîkariya vehewandin û pêdawîstiyên tenduristiyê dide.
Hat ragihandin ku şahê Erebistana Siûdî, Qral Selman bîn Ebdulezîz ferman daye, 10 milyon dolar ji bo alîkariya koçberên Ukraynayê yên ji şer reviyane re were şandin.
Hat zanîn ku wê ew alîkarî ji bo vehewandina koçberan û tenduristiya wan bê xerckirin û bi rêya saziyên Neteweyên Yekbûyî û bi kordîneya hikûmeta Polonyayê û welatên din ên pêşwazîya koçberan kirine bê belavkirin.
Li gorî amarên Komîseriya Bilind a Penaberan (UNHCR) ji 24ê Sibatê heta 11ê Nîsanê 4 milyon û 615 hezar û 830 welatiyên Ukraynayê ji ber şer koçber bûne û ji nîvî zêdetirê wan jî çûne welatê cîran Polonyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin