Di budçeya sala 2020an de dorpêçên ser Sûriyê hene

21 December 2019 21:42 0 dîtin
Di budçeya sala 2020an de dorpêçên ser Sûriyê hene

PeyamaKurd- Di budçe ya Amerîka ya sala 2020an de pêvekekî bi navê Caesar heye ku navê wê bi temamî Qanûna Parastina Sûriyê ya Sîvîl e. Ew jî ji aliyê Trump de bi budçeyê re hat îmzekirin. Bi vê qanûnê, wê rejîma Beşer Esed di 8 salên dawiyê yên şer de wan berpirs bigre û bike sûcdar. Trump bi vê qanûnê ne tenha rejîmê lê leşkerên bi pere yên biyanî jî ku destekê didin rejîmê dorpêç dike.

Ev qanûn, bi navê Caesar derket ji ber ku polîsên leşkerî hene ku kiryarên xerab yên weka îşkence û lêdanê dikin û wan bi wêneyan didin Amerîkayê. Qanûn kesên ku fermana qetlîma mirovên sîvîl didin yên weka Beşer Esed, leşkerên pilebilind û hem sîvîl, şervanên bi pere yên ji aliyê Rûsya û Îranê de tên xwedîkirin hene. Ev hemû niha di ber dorpêça Amerîkayê de ne.

Banka navnedî ya Sûriyê, çavkaniyên malî yên rejîma Esed û kesên biyanî yên ku bi wan re hevkariyê dikin, di nava dorpêçê de ne.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di mijarê de ragihand ku îmzakirina qanûn ji aliyê serokê Amerîka de gavekî girîng e.