Sûdanî pêswazî li pesendkirina tabloyên budçeya sala 2024an kir

04 June 2024 09:03 0 dîtin
Sûdanî pêswazî li pesendkirina tabloyên budçeya sala 2024an kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî pêşwazî li pesendkirina tabloyên budçeya sala 2024an ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve kir, ew pesendkirin jî wek "gaveke berpirsyar" nirxand.

Îro bi serpereştiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelewî û bi amadebûna 199 parlamenteran 27emîn civîna Parlamentoya Iraqê birêve çû. Meclîsê di rûniştinê de 6 tabloyên ku di qanûna budçeya federal a sala 2024an de hatin guherandin qebûl kir.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de wiha got: "Peydakirina tabloyên budçeya sala 2024an ji aliyê meclisê ve gaveke berpirsiyar e û tê pêşwazîkirin."

Sûdanî diyar kir ku ji bo pêkanîna bernameya hikûmetê ya ku ji aliyê parlamentoyê ve hat dengdan û hêzên siyasî jî piştgirî da wan, wê gavên cidî bavêjin.