Sûdanî li Enqereyê ji aliyê Erdogan ve hat pêswazîkirin

21 March 2023 19:41
Sûdanî li Enqereyê ji aliyê Erdogan ve hat pêswazîkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro 21ê Adarê bi serdaneke fermî gihîşt Tirkiyeyê û li Enqereyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê, da xuyakirin ku wê di hevdîtina Sûdanî û Erdogan de, hemû aliyên pêwendiyên Iraq û Tirkiyê werin gotûbêjkirin.

Piştî hevdîtina lîderan jî wê heyetên herdu welatan li hev bicivin û tê çaverêkirin, mijarên wekî têkoşîna dijî terorê, jinûve avadankirina Iraqê, bazirganî û kerta enerjiyê bên axaftin.

Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinan wê hejmarek girebest werin îmzekirin û piştî merasîma îmzeyê jî Erdogan û Sûdanî civîneke rojnamevanî li dar bixin.