Tirkiye | Berhem Salih ji aliyê Erdogan ve hat pêswazîkirin

03 January 2019 13:48
Tirkiye | Berhem Salih ji aliyê Erdogan ve hat pêswazîkirin

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro 3yê Çileyê bi serdaneke fermî gihîşt Enqereya paytexta Tirkiyê û piştre li Koşka Serokomariya Tirkiyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Piştî hilbijartinên Iraqê û destnîşankirina serokomarê Iraqê cara yekê ye ku Berhem Salih serdana Tirkiyê dike.

Hat ragihandin ku dê di hevdîtina Salih û Erdogan de şandeyên bazirganî yên herdu welatan jî cî bigirin.

Li gor medya Tirkiyê, di hevdîtina Erdogan û Salih de, ji bilî pêwendiyên dualî yên herdu welatan dê li ser pirsên ewlekariyê û têkoşîna dijî PKKê ya li Iraqê jî bê axaftin.

Piştî civînê tê çaverêkerin ku Berhem Salih û Erdogan civîneke rojnamevanî li dar bixin.