Berhem Salih li Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêswazîkirin
PeyamaKurd - Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo civîn û danûstandinê sibe bi rêveberiya Herêma Kuridstanê re gihîşt Hewlêr a Paytexta Herêma Kurdistanê.
Berhem Salih li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirsên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Berhem Salih wê di serdana xwe ya Hewlêrê de, bi her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê (hikûmet, parlamento, serokatî) û aliyên siyasî re bicive û rewşa Iraqê û guhartinên nû yên navçeyê gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin