Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê li Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêswazîkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu, piştî serdana Bexdayê gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu, îro 19ê Tîrmehê danê êvarê bi serdaneke fermî gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Biryar e piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke hevbeş a rojnamevanî bê lidarxistin.
Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu li Bexdayê jî bi Serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Bervaniyê yê Iraqê re civiyabû û piştre jî serdana tîma şêwirmend û leşkerên artêşa Fransa yên li Iraqê kiribû.
Tê çaverêkirin Lecornu bi Serok Mesûd Barzanî re jî hevdîtinekê bike û têkiliyên dîrokî yên Fransa-Kurdistanê werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin