Wezîrê karên derve yê Fransayê giha Hewlêrê
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian piştî li Bexdayê hevdîtinên xwe temam kir, çû Hewlêrê û li Hewlêrê ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, li balafirgeha Hewlêrê bi germî hat pêşîwazîkirin.
Drian li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê bi Adil Abdulmêhdî re hevdîtinekî pêkanî. Di hevdîtinê de desteka Fransayê bo avakirina hukumeta Iraqê ya nû û bo avakirina Iraqê ji nû de ragihand.
Drian piştî ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat pêşwazîkirin, bi îhtîmaleka mezin wê bi serokê Kurdistanê bi Mesûd Barzanî û rawêjkarê asayîşa herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re hevdîtinê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin