Wezîrê nû yê karên derve yê Fransayê seredana ewilî da Kîvê

13 January 2024 18:57 0 dîtin
Wezîrê nû yê karên derve yê Fransayê seredana ewilî da Kîvê

PeyamaKurd - Wezîrê nû yê karên derve yê Fransayê Stephane Sejourne piştî bû wezîr seredana ewilî da Kîvê. Sejourne, wê bi serokê ÛKraynayê Volodimir Zelensky re hevdîtin bike. Li gor ragihandina AFPê, wezareta karên derve ya Fransayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha gotiye:

"Stephane Sejourne, ji bo xebatên dîplomatîk yên Fransayê bimeşîne û ji bo dubare bike ku bi hevkar û xelkê sîvîl re girêdayiye, gera xwe ya ewilî ji bo Kîevê kir.”

Roja pênşema borî di hukumeta Fransayê de guherîn çêbû û di şûna Catherine Colonna de Sejourne bû wezîr.