Wezîrê bergiriyê yê Fransayê roja sêsemê diçe Hewlêrê

18 July 2023 00:59 0 dîtin
Wezîrê bergiriyê yê Fransayê roja sêsemê diçe Hewlêrê

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Fransayê Sebastien Lecornu roja sêşemê an ku sibê diçe Herêma Kurdistanê û wê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive. Ragihandina seredana wezîrê Fransayê ji aliyê malpera Fransayê ya bi navê Le Figaro de hat kirin.

Li gor ragihandina malperê; wezîrê bergiriyê yê Fransayê wê hem seredana Herêma Kurdistanê bike û hem ya leşkerên Fransayê yê NATOyê yên li Iraqê bike.

Wezîr Lecornu wê li Kurdistanê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî hevdîtin bike. Di mijarên seredanê de mijarên ewlehiyê û îstîqrarê hene.

Wezîr îro li welatê Qatarê li payîtext Dohayê bi emîrê Qatarê Şêx Temim bin Hamed Al Sani re hevdîtin kiribû û hem tevlî civîna ku babeta wê Lubnan bû, bûbû.