Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê bi hemkarê xwe yê Fransayê re axifî

02 September 2023 21:30 0 dîtin
Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê bi hemkarê xwe yê Fransayê re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd J. Austin, li ser rewşa ewlehiya Nîjerê bi hemkarê xwe yê Fransayê bi Sebastien Lecornu re di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de her dû wezîr biryara dewama diyaloga di rêya dîplomasiyê de û lêgerîna çareseriyê dan.

Her dû teref behsa pêdiviya danûsitendina daîmî ya bi hevkarên xwe yên Afrîka re kirin û ragihandin ku wê dewama hevkariya di seha bergiriyê û ewlehiyê de bimeşînin.

Di 26 ê Temmûzê de fermandarê alaya parastina serokkomariya Nîjerê dest danîbû ser rêvebiriya Nîjerê û serokkomarê sîvîl desteser kiribû.