Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê serdana Kîevê kir

20 November 2023 17:23 0 dîtin
Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê serdana Kîevê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austîn, li ser hesavê xwe yê  Xê ragihandiye ku gihiştiye Kîevê û dê bi rayedarên Ukraynayê re hevdîtinan bike. 

 Lloyd Austîn daxuyandiye ku ew bi vê serdana xwe peyamên girîng digihîne ku li hember êrişkariya Rûsyayê Amerîka dê piştgiriyên xwe ji bo Ukraynayê berdewam bike, 

Wezîrê Bergiriya Amerîkayê wiha got: "Ez îro hatime ji bo ku ji vê derê peyameke girîng ragihînim. Amerîka li hember êrişkariya Rûsyayê, piştgiriya têkoşîna azadiyê ya Ukraynayê hem niha dike û hem jî dê di paşerojê de jî piştgriyên xwe berdewam bike."