Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Austin bi seretana prostatê ketiye
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi seretana prostatê ketiye û teşxîsa wî sala borî danîne. Di rojên borî de Austin biribûn nexweşxanê û di derbarê nexweşîna wî de agahî nedabûn serokê Amerîkayê Joe Biden.
Austin, bi sedema nexweşîna xwe li nexweşxana netewî ya leşkerî li navenda Walter Reedê emeliyat bûye. Nexweşxane ragihand ku di sala borî de teşxîsa wî danîne û mudaxeleya cerrahiye pê kirine. Nexweşxane weha got:
“Wezîr Austin, piştî emeliyatê bê pirsgirêkekî wî hebe baş bû û serê siba dageriya mala xwe. Teşxîsa seretana prostatê zû danî û prognoza wî gelek baş e.”
Di 1 ê mehê de bi giliyên êşa zikî, karçik, çîm û xela mîdê car din diçe nexweşxanê lê vê carê tesbîta enfeksiyona rêya îdrarê jê re datînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin