Berhem Salih gihîst Hewlêrê û bi Nêçîrvan Barzanî hat ba hev
PeyamaKurd – Şanda Iraqê ya bi seroktiya Serokomarê Iraqê Berhem Salih, ji bo çend hevdîtinên li ser kêşeyên hilawistî yên Hewlêr û Bexdaê bike îro gihîşt Hewlêrê.
Berhem Salih ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û civiyan.
Îro 17ê Îlonê piştî nîvro Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Hûsên û cîgirê wezîrê Iraqê ji bo li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê kom bibin û çend pirsekan gengeşe bikin, gihîştin Hewlêrê.
Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê ragihand: “Serokomar Berhem Salih ligel serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokatîya perlemanê kom dibe û seredana serok Barzanî jî dike.’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin