Serokatiyên Kurdistanê û Berhem Salih li Hewlêrê di civîneke taybet têne ba hev

12 October 2020 00:26 0 dîtin
Serokatiyên Kurdistanê û Berhem Salih li Hewlêrê di civîneke taybet têne ba hev

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe Duşemê her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê li Herwlêrê bi Serokomarê Iraqa Federal Berhem Salih re, li ser mijarên girîng ên danûstandinên Bexda-Hewlêrê dicivin.

Hatiye zanîn ku wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlemanê Rewaz Fayîq û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokomarê Iraqa Federal Berhem Salih re bicivin.

Biryar e di civînê de rewşa siyasî, proseya hilbijartina pêşwext a Iraqê, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê, pirsa rûbirûbûna vîrûsa Koronayê û metirsiyên wê li ser tenduristiya giştî werin gotûbêjkirin.

Girîngiya vê civînê ew e ku di navbera her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê de ji bo gihîştina rêkeftina dawî ya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk tê ku hemû pirsgirêkan li xwe bigire.