Berhem Salih vê hefteyê serdana Herêma Kurdistanê dike

28 April 2021 10:31 0 dîtin
Berhem Salih vê hefteyê serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd –  Biryar e Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, vê hefteyê serdana Hewlêrê bike.

Li gor zanyariyan, biryar e Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di vê hefteyê de serdana Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha hat diyarkirin, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Balafirxaneya Hewlêrê pêşwazî li Serokkomarê Iraqê bike û Serokkomarê Iraqê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive û di wan civînan de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bikin.