Kazimî li sûna Berhem Salih serdana Washingtonê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li ser navê Serokomar Berhem Salih serdana Amerîkayê dike.
Medya Iraqê ragihandiye ku wê Serokwezîr Mistefa Kazimî, beşdarê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Kazimî li ser navê Berhem Salih li şûna wî beşdarî Civata Giştî ya NY dibe.
Li gorî nûçeyê wê Kazimî di vê serdana ku roja wê hîn nehatiye diyarkirin de, geşedanên dawî yên li Iraqê, ewlehî, aborî û zehmetiyên siyasî yên li Iraqê bi aliyan re gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin