Îsmaîl Qaanî li Bexdayê bi Kazimî û Berhem Salih re civiya ye
PeyamaKurd – Fermandarê Hêza Qûds a Îranê Îsmaîl Qaanî ku piştî kuştina Qasim Suleymanî ketibû şûna wî, 21ê Mijdarê serdana Bexdayê kiriye û ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokomar Berhem Salih civiya ye.
Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî serdana Qaanî û hevdîtina wî ya bi Kazimî û Salih re piştrast kir û got, di hevdîtinan da Qaanî bi serokên Iraqê re li ser mijarên ewlehî û aboriyê axiviye.
Herwiha Îrecî daye xuyakirin ku rêveberiya Iraqê xwedî pêwendiyên baş e bi komên çekdar ên milîsên Îranî re û gotiye, ti kes nikare vê yekê înkar bike.
Îrecî diyar kiriye ku mebesta Îranê ne lawazkirina hikûmeta Iraqê berevajî wê dixwazin pêwendiyên xwe xurt bikin û li ser hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê jî wiha gotiye:
"Komên berxwedanê yên Iraqê, kuştina Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî Muhendis ji aliyê Amerîkayê ve wekî tawaneke dijî Heşda Şeibî û gelê Iraqê dibînin. Ji ber wê jî dijî hebûna hêzên amerîkî ne. Ew kom dixwazin Amerîka ji Iraqê vekişe. Îranê jî gelek caran daxwaza vekişîna hêzên Amerîkî dubare kir. Em nixwazin tevî karên navxwe yên Iraqê û welatekî din bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin