‘Berhem Salih di hilbijartinên Iraqê de ji lîsteya Kazimî dibe namzed’

10 August 2020 16:49 0 dîtin
‘Berhem Salih di hilbijartinên Iraqê de ji lîsteya Kazimî dibe namzed’

PeyamaKurd – Parlementerê berê yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ebdullah Elî îdia kir, serkomarê Iraqê Berhem Salih di hilbijartinên bê yên Iraqê de wê bibe kandîdekî lîsteya serokwezîrê niha yê Iraqê Berhem Salih.

Piştî ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja hilbijartinên pêşwext eşkere kiriye tê gotin ku Kazimî û serkomarê Iraqê Berhem Salih dixwazin li Kurdistanê bi hev re beşdarî hilbijartinan bibin.

Parlamenterê berê yê YNKê li parlementoya Kurdistanê, Ebdullah Elî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Rrast e me jî tiştekî wisa bihîstiye ku Berhem Salih dixwaze di lîsteya Kazimî de bibe kandîd.”

Ebdullah Elî her got, “Helbet ev ne tiştekî baş e ji ber ku hem Berhem Salih zirarê dide, hem YNKê hem jî gelê Kurdistanê.”

Elî herwiha daye zanîn, piştguhxistina Berhem Salih ji aliyê YNKê ve tiştekî xirab e çimkî ziyanê digihîne her du aliyan.