‘Divê Berhem Salih ji kar bê dûrxistin û lêpirsîn ji bo Kazimî bê destpêkirin’
PeyamaKurd - Berdevkê berê yê hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal ragihandiye ku ji ber berdana bazirganê madeyên hişber divê serkomarê Iraqê ji kar were dûrxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 26ê Sibatê bi belgeyan derkete holê ku serokomarê Iraqê Berhem Salih ku dema serokatiya wî bidawî bûye û niha bi awayekî demkî li kar e, li ser daxwaza Serokwezîr Mistefa Kazimî bi fermaneke taybet kurê parêzgarê berê yê Necefê, ku li ser bazirganîya madeyên hişber hatibû girtin da berdan.
Rojnamevanê Iraqî û berdevkê berê yê hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal li ser mijarê li ser facebooka xwe gotiye, fermana taybet ji bo berdana wî bazirganî li ser daxwaza serokwezîr ji aliyê serokomar ve hatiye dayîn û diyar kiriye, fermanên wisa ji bo rewşên pir taybet têne dayîn ne ji bo bazirganên madeyên hişber. Ji ber wê jî divê serokwezîr rastî lêpirsînê were û serokomar jî ji kar were dûrxistin, çimkî sonda xwe binpê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin