Berhem Salih: Mixabin mirinê nehist Dr. Firset Sofî zêdetir xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bike
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser wefata Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke sersaxiyê belav kir.
Berhem Salih di peyama xwe de got: “Mixabin mirinê nehişt Dr. Firset zêdetir xizmeta avakirin û pêşvebirina Hewlêrê û Kurdistanê bike.”
Peyama Serokomarê Iraqê:
“Mixabin agahiya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî gihişte min. Dr. Firset Sofî parêgarekî jêhatî û xemxur bû. Di wê dema kêm a erkê xwe de dewsa destê wî diyar e û dixwest xizmeta bajêr bike.
Firset Sofî hiqûqnasekî jêhatî û parlementerekî serkeftî bû. Mixabin mirinê nehişt Dr. Firset zêdetir xizmeta avakirin û pêşvebirina Hewlêrê û Kurdistanê bike.
Ez sersaxiya malbat û xizmên wî dixwazim û di Yezdanê mezin daxwaz dikim ku wî bi bihişta xwe şad bike.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin ba Xweda)
Dr. Berhem Salih
Serokomarê Iraqê”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin