Berhem Salih sibe li Hewlêrê bi aliyên siyasî re dicive
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Salih, seredana Hewlêrê dike û wê bi berpirsên Herêma Kurdistanê û alîyên sîyasî re rewşa niha ya Iraqê û pêşhatên dawî gotûbêj dike.
Hat ragihandin ku armanca seredana Berhem Salih, li ser rewşa Iraqê gotûbêjkirina bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re ye ku tê çaverêkirin bi aliyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.
Herwiha hat zanîn ku dê Berhem Salih û her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Iraqê de bicivin.
Çavkaniyên serokomariya Iraqê ragihandin ku sibe Sêşemê, dê sibe Berhem Salih û alîyên sîyasî li Hewlêrê bicivin û danûstandanê li ser helwesta Kurdan bo geşedanên dawî yên Iraqê gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin