Medya YNKê: Berpirsê partiya berê ya 'Berhem Salih' ji aliyê PKKê ve hatiye revandin
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya fermî ya YNKê, serkirdeyekî partiya Hevpemaniya Niştimanî ku ew partî berê ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve hatibû damezrandin, ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.
Berpirsê Partiya Hevpeymaniya Niştimanî li devera Ranya Mihemed Girtikî, 15ê mehê li nehiya Sengeser ya Ranya winda bûbû û çarenivîsa wî hîn jî nediyar e.
Îro 20ê Cothomê li ser malper û rûpelên fermî yên YNKê bi zimanê endamê encûmena siyasî ya partiya Hevpeymaniya Niştimanî Celal Ehmed hatiye ragihandin ku Mihemed Girtikî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.
Hîn nayê zanîn bê PKKê çima ew serkirdeyê partiya Hevpeymaniya Niştimanî revandiye û ti daxuyaniyek jî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin