Berpirsê buroya medyaya YNKê ji kar hat dûrxistin
PeyamaKurd - Cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl, berpirsê buroya medyayê ya YNKê Qadir Ezîz ji kar dûr xist û li şûna wî kesekî din danî.
Endamê encumena serkirdatiya YNKê Rehberê Seyid Îbrahîm ku berpirsê melbenda YNKê li bajarê Koye ye jî, derbarê guherîna berpirsiyariya buroya medyayê ya YNKê de ji BasNewsê re wiha got: “bi fermana Kosret Resûl berpirsê buroya medyayê ji kar hat dûrxistin û li şûna wî ez hatim danîn.”
Herwiha Rehberê seyîd Îbrahîm got: “li şûna min jî Burhanê Seîd Sofî hat danîn. Emê hefteya bê bi fermî dest bi kar bikin.
Qadir Ezîz, ku niha endamê polîtburoya YNKê ye, beriya ku tevlî YNKê bibe serokê Partiya Ayinde ya Kurdistanê bû ku ji Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê veqetiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin