Al-Monitor: ‘Berpirsên Dijeterora YNKê agahiya cihê Mazlûm Ebdî dane Enqereyê’

09 April 2023 15:01 0 dîtin
Al-Monitor: ‘Berpirsên Dijeterora YNKê agahiya cihê Mazlûm Ebdî dane Enqereyê’

PeyamaKurd – Weşana Al-Monitor a Amerîkî, li ser êrîşa Tirkiyê ya ser Balafirgeha Silêmaniyê ku roja 7ê Nîsanê pêk hatibû, nûçeyek belav kir.

Di nûçeyê de bi zarê çend çavkaniyên îstixbaratî hatiye ragihandin, tê texmînkirin ku zanyariyên derbarê Mazlûm Ebdî de ji nav Dezgeha Dije-Terorê ya YNKê gihîştibe Enqerê.

Al-Monitorê bi zarê jêderekî ku pêwendiya wî bi dezgehên îstixbaratê re heye û nexwestiye navê wî eşkere bibe wiha gotiye:

“Hejmarek ji berpirsên Dije-Terora YNKê zanyarî li ser cih û tevgera Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê dan Enqerê.”

Mezlûm Ebdî li ser êrîşa Silêmaniyê daxuyaniyeke vîdyoyî belav kir...

Berpirsê Tevgera Goran: Kesê ku Mezlûm Ebdî aniye Silêmaniyê dizane…