Kerkûk | Endamekî PDKê ji aliyê hêzeke dijeterora YNKê ve hat sehîdkirin

19 August 2021 14:22 0 dîtin
Kerkûk | Endamekî PDKê ji aliyê hêzeke dijeterora YNKê ve hat sehîdkirin

PeyamaKurd - Endamekî PDKê li sînorê Qerehencîr a Kerkûkê, ji aliyê hêzeke dijeterora bi ser YNKê ve hat şehîdkirin ku berpirsekî PDKê daxwaza daxuyaniyê ji wan dike.

Li gorî nûçeya BasNewsê îro 19ê Tebaxê li gundê Barzan ê nehiyeya Qerehencîr a ser bi parêzgeha Kerkûkê, endamekî lijneya navçeya Qerehencîr a PDKê yê bi navê Şaho Izedîn hat şehîdkirin.

Li gorî zanyariyan, ew hêz bi armanca girtina du kesên bi guman ên ereb avêtine ser gund, lê destpêkê gule li mala Şaho Izedîn rêşandine û ew kuştine.

Berpirsê lijneya navçeya Qerehencîr ê PDKê Seyîd Kerîm li ser bûyerê got, ew kesê li gundê Barzan ê nehiyeya Qerehencîr hatiye kuştin, navê wî Şaho Izedîn e û endamekî çalak û xwedî şiyan ê navçeya wan e.

Seyîd Kerîm diyar kir: “Ew endamê me ti pirsgirêkekî wî nebû, lê îro hat kuştin, karê hêzên ewlehiyê ye ku vê kiryarê eşkere bikin.”

Rêveberê binkeya polîsê Qerehencîr Eqîd Faruq Gilî jî ragihand, piştî bûyera kuştina Şaho Izedîn li sînorê gundê Barzan lêkolîn derbarê kuştina wî de destpê kiriye û got: “Hêzeke taybet hatibû ji bo bicihanîna erkekî li navçeyê, pêwendî bi wî kesî ve nebû ku hatiye kuştin, êdî diyare ew derketiye û hatiye kuştin.”

Endamê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Dr. Ferhad Kerkûkî jî gotiye: “Ber bi sibehê ve demjimêr 02:30ê hêzeke bi maske ya dijeteror a YNKê li gundê Barzan a Qerehencîrê avêtine ser mala Şaho Izedîn ku yek ji endamên me yê çalak û baş bû, 3 gule li wî dane û bi kuştî ew bicih hiştine û du kesên din ên ereb li gel xwe birine, xwedê giravî kesên bi guman bûne.”

Herwiha diyar kir, divê di demeke kurt de, daxuyaniyê li ser şehîdkirina wî bidin, heger na wê helwêsta me jî hebe. Ji ber wê endamê me gule neberdane û li dij  wan nerawestaye, êdî çima davêjin ser mala wî û ew kuştine?”

Ferhad Kerkûkî got: “Ew endamê me ti demekê binpêkirina yasayê nekiriye, eger ji wî re gotiban were asayîşê yan dijeterorê dê bixwe çûba, êdî ji bo çi wisa davêjin ser mala wî û wî dikujin.”