Wê baregeha navendî ya PDKê li Kerkûkê bê vekirin

15 September 2024 09:19 0 dîtin
Wê baregeha navendî ya PDKê li Kerkûkê bê vekirin

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) baregeha xwe ya rêxistinê ya Kerkûkê li navçeya Xurmatû, piştî 7 salan bi ser bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve ji nû ve vedike.

Berdevkê Buroya Rêxistina Kerkûkê ya PDKê Mehdî Kakeyî ragihand: “Bi biryara Serok Barzanî û di çarçoveya rêkeftina di navbera PDK û Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, piştî 7 salan careke din Bergeha Rêxistina Kerkûkê ya PDKê ku berê Encûmena Serkirdatiya Kerkûkê bû, dê li Kerkûkê were vekirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di civîna 26'ê Cotmeha 2023'yan de, ji bo parastina giyanê yekîtî û aramiyê li bajêr, Komîteya Navendî ya PDKê biryar da ku baregeha berê ya Encûmena Serkirdatiya xwe li Kerkûkê, weke diyarî pêşkêşî pêşkêşî zanîngeha Kerkûkê û xwendekarên bajêr bike.

Li ser mijara vekirina baregeha PDKê Mehdî Kakeyî ji K24ê re gotiye: “Heta niha jî dîroka vekirina baregehê nediyar e. Em li avahiyekê digerin ku bibe baregeha rêxistina me ya li Kerkûkê. Piştî destnîşankirina avahiyê û temamkirina rêkaran wê, Serok Barzanî roja vekirina wê diyar bike.”

4ê Mijdar a 2023yan, yekem car piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Liqê xwe yê Sêyem li bajarê Kerkûkê vekir û dîsa dest bi xebatên xwe yên partîyê kiribû.

Berdevkê Buroya Rêxistina Kerkûkê ya PDKê da zanîn, wan biryar daye ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê, yekem car navenda xwe li navçeya Xurmatûyê vekin.

Hêjayî gotinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmehê, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqê ve hatibû dagirkirin û rê li ber vegera wê wan hatibû girtin.