Baregeha PDKê ya li Kerkûkê hat sewitandin

10 February 2023 21:26 0 dîtin
Baregeha PDKê ya li Kerkûkê hat sewitandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 10ê Sibatê li Kerkûkê baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji aliyê hin kesên nehatine naskirin ve rastî êrîşê hatiye û hatiye şewitandin.

Baregeha PDKê ya li taxa Azadî ya Kerkûkê, îro li demjimêr 14:00 rastî êrîşê hatiye û di şewatê de ziyan gihîştiye avahiyê.

Baregeha PDKê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hatibû girtin.

Berpirsê PDKê yê li Kerkûkê Kawe Şiwanî, derbarê êrîşê de ragihand ku ofîsên wan bi zanebûn têne şewitandin û diyar kir, ew bûyereke terorî ye.

Şiwanî da zanîn ku hêzên ewlekariyê li ser bûyerê lêkolînê dikin û da zanîn, “Hin alî naxwazin PDK vegere Kerkûkê û şewitandina baregehê jî bi vê girêdayî ye.”