Artêsa Iraqê avahiya PDKê ya Kerkûkê dike baregeha leskerî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Iraqê ji bo bike baregeha leşkerî dest daniye ser avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hatibû valakirin.
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê du hefte ne, li taxa Şoraw cihê avahiya PDKê xebatên avakirina baregehê dike ku PDKê biryar dabû vegere Kerkûkê û di avahiya xwe de xebatên xwe bimeşîne.
PDK vê hewldanê wekî binpêkirina rêkeftina ligel Hikûmeta Iraqê dinirxîne û Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Cebar Atî jî xebatên avakirina baregeheke leşkerî red dike û dibêje, pêwendiy3en wan ligel PDKê baş in û ew xirab nakin.
Lê belê li gorî zanyariyan, artêşa Iraqê wê Tabûreke Tûxaya 45an li avahiya PDKê ya dest daniye ser bicih bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin