Baregeha PDKê bi merasîmekê ji Zanîngeha Kerkûkê re hate diyarî kirin

05 November 2023 15:46 0 dîtin
Baregeha PDKê bi merasîmekê ji Zanîngeha Kerkûkê re hate diyarî kirin

PeyamaKurd – Avahiya baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Kerkûk-Germiyan, îro Yekşemê 5ê Mijdarê, bi merasîmekê wekî diyarî pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê hate kirin. Bi vegera fermî ya PDKê bo Kerkûkê re, baregeha nû jî di demeke nêzîk de tê vekirin.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Iraqê û endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê Şaxewan Ebdullah, Nûnerê Zanîngeha Kerkûkê, Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê, Serokê Liqa Sêyem a PDKê û nûnerên hejmarek partiyên siyasî beşdarî merasîma diyarîkirina baregeha PDKê bo Zanîngeha Kerkûkê bûn.

Şaxewan Ebdullah got: “Îro me bi fermî avahiya Buroya Rêxistina Kerkûk-Germiyan ya PDKê vegerand û li gorî fermana Serok Barzanî, me ev avahî weke diyarî pêşkêşî Zanîngeha kerkûkê kir.. Em spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikin ku rêkeftina siyasî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo vekirina hemû baregehên PDKê li Kerkûkê, bicih kir.”

Ebdullah da zanîn: “Bergeha Liqa Sêyem a PDKê li Kerkûkê û avahiya nû ya Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germyanê jî, dê di çend rojên bê de bi fermî bên vekirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, baregeha PDKê ji aliyê Fermadariya Operasyonên Hevpar ên Kerkûkê ve ev 6 sal in hatibû dagîrkirin. 25ê Tebaxa 2023yan Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman dabû Fermandariya Operasyonên Hevbeş ku wê baregehê vala bikin û radestî PDKê bikin, lê heta niha biryar nehatibû bicihkirin.

Aalîgirên Heşdî Şeibî û Tirkmenên Kerkûkê li dijî biryara Sûdanî, roja 02.09.2023an li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê, rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin. Welatiyên Kurd jî li dijî girtina rê, dest bi xwepêşandaneke aştiyane kirin, lê di êrîşa hêzên Iraqî de, 4 welatiyên Kurd hatin şehîdkirin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûbûn.

Komîteya Navendî ya PDKê jî di civîna 26ê Cotmehê de, ji bo parastina ewlehî û aramiya Kerkûkê, biryar da Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germiyanê, pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bike.