Li Dukanê 2 endamên dijeterora YNKê hatin kustin

28 September 2020 19:44 0 dîtin
Li Dukanê 2 endamên dijeterora YNKê hatin kustin

PeyamaKurd - Li havîngeha Dukan a sînorê parêzgeha Silêmaniyê du endamên dijeterorê ya bi ser YNKê ve ku xelkê Tekiye ya Cebare ya ser bi Çemçemalê ne, hatin kuştin.

Li gorî nûçeya BasNewsê şahide bûyerê Zahîr Mihemed gotiye, îro 28ê Îlonê li havîngeha Dukanê Awat Rîşe û Saman Marif ên ku karmendên dije terorê yên YNKê ne hatin kuştin.

Herwiha heman şahidî diyar kiriye ku sedema kuştina wan hîn ne diyar e û ronî nebûye.

Rêveberê polîsê Çemçemalê Mihemed Ebdî kuştina wan herdu kesan piştrast kiriye, lê derbarê hûrgiliyên bûyerê de nexwestiye ti daxuyaniyekê bide.