Polîtburoya PDKê, salvegera damezirandina YNKê pîroz kir
PeyamaKurd-Li ser salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Polîtburoya PDKê pîrozbahî li serok û endamên partiyê kir.
Bi helkefta salvegera 47emîn a damezirandina YNKê, ji aliyê rayedarên Polîtburoya PDKê ve bi rêya peyamê pîrozbahî li serok û endamên partiyê hat kirin. Di peyamê de hat gotin ku “Em pîrozbahiyê li Serokê YNKê Bafil Talebanî, Politburo, Encumena Serkirdayetiyê, Encumena Bilind a Siyasî, berjewendiyên YNKê û endam û alîgirên YNKê dikin. Em hêvîdar in ku hûn di kar û xebatên xwe de bi berdewam û serkeftî bin.”
Hat ragihandin ku Polîtburoya PDKê, di peyama pîrozbahiya YNKê de têkezî li ser hemahengî û dostaniya navbera PDK û YNK û tevahiya hêz û aliyên siyasî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin