Ji ber malê Çînê Pentagon teslîmata F-35an rawestand
PeyamaKurd – Pentagonê bihîst ku şîrketa hilberîner ya balafirên F-35 an Lockheed Martin di motora balafiran de perçeyekî ku maddeya wê ya xam li Çînê hatiye çêkirin, hatiye bikaranîn, teslîmata temamê balafirên F-35 da rawestandin. Perçê ku di motorê de hatiye bikaranîn, perçê ji bo miknatisê hatiye bikaranîn û maddeya wê ya xam li Çînê hatiye hilberîn.
Miknatis agahiyan nade û balafirê naxe talûkê ji ber wê jî balafirên heya niha hatine teslîmkirin, dikarin serbest bixebitin û fira xwe dewam bikin. Şîrketa Lockheed Martin ragihand ku ew ji bo çêkirina F-35an ji 700 amadekaran perçe distînin û li dora ji zêdetirî 300 hezarî perçe di çêkirina balafiran de bikartînin. Şîrket gotiye ku di her pêvajoya hilberînê de, perçe tên kontrolkirin.
Lockheed Martin ragihand ku ji bo mijarê çareser bikin bi Pentagonê re dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin