Amerîka wê baca gumrikê ya 352 qeleman ji malên Çînê nestîne

26 December 2023 23:50 0 dîtin
Amerîka wê baca gumrikê ya 352 qeleman ji malên Çînê nestîne

PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê 352 qelemên ku ji Çînê îtxal dikin û 77 berhemên ku dikevin ber Kovid-19an, wê baca gumrikê heya 31 ê Gulana 2024an ji wan qeleman nestînin.

Nûnertiya Bazirganî ya Amerîkayê (USTR) îstîsnaya baca gumrikê kir ku di wexta serokê Amerîkayê Donald Trump de destpêkiribû lê wextê baca wan berheman qediyabû.

Di nav berheman de yên weka motorên elektrîkê, perçên hinek erebeyan, hinek berhemên kîmyewî û malên din hene. Maske yên rû, lepik, maddên paqijkirina destan, berhemên tendurstiyê yên di derbarê Kovid-19an de ji bacê der in.