Tirkiyê baca li ser malên Amerîkayê bilind kir!

15 August 2018 11:05 0 dîtin
Tirkiyê baca li ser malên Amerîkayê bilind kir!

PeyamaKurd- Tirkiyê baca li ser hinek malên Amerîkayê ji %100 bilind kir û ev biryar di rojnameya fermî de hate weşandin.

Di van rojên dawî de ji ber rewşa Keşe Andrew Brunson navbera Tirkiyê û Amerîkayê xira bû. Ji ber ku Tirkiyê Andrew Brunson serbest berneda, Amerîkayê dorpêç danî ser Tirkiyê. Piştî van geşedanan TLyê Tirkiyê li hember dolarê Amerîkayê bihayê xwe di asta rekorê de winda kir.

Li ser van dorpêçan Tirkiyê jî gavek avêt û baca li ser hinek hilberên Amerîkayê ji %100 bilind kir. Di nav hav hilberan de hinek jê ev in: “Trempêl, hilberên kaxezan, PVC, malzemê xemilandina jinan, komir, hilberên tutunê, birinc û hinek pêkî.

Berî niha jî Tirkiyê gotibû ku em ê hilberên Amerîkayê yên teknolojiyê boykot bikin.