Amerîka dest bi sitendina baca % 25 ji malên Çînê kir
PeyamaKurd- Amerîka îro dest bi sitendina baca malên Çînê yên ku bi rêya behrê diçin Amerîkayê kir. Amerîka dê %25 bacê bistîne. Serokê Amerîkayê Trump di 10 ê gulanê de bo malên Çînê bacê derxist 200 mîlyar dolarî. Lê malên ku berya vê rojê derketine rê, dê %10 bacê ji wan bistîne.
Zêdekirina bacê bo malên înternetê, mobîlya, alavên malê, alavên rohnîkirinê û gelek qelemên dinan tê de ne. Çîn jî li hemberê vêbiryarê di ser 2500 cureyên malên Amerîkayê bacê zêde kiriye. Baca wan di navbera % 20-25an de ye. Çîn bi yek carekî bo 60 mîlyar dolarî bacê danîbû ser malen Amerîkayê.
Trump, Çînê bi tewana ku peyamanan nayne cî tewanbar dike û Çîn îthamên Amerîkayê red dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin