Amerîka dest danî ser malên 2 desthilatên Venezuelayê
PeyamaKurd- Baregeha Kontrola heyiyên biyanî ya bi ser wezareta xezînê ya Amerîka (OFAC), navê wezîrê karên derve yê Venezuelayê Jorge Alberto Arreaza û dadgerê dadgeha taybet ya yekem Carol Bealexis Padilla de Arretureta xiste nava lîsteya dorpêçê. Ragihandin bi awayeka nivîskî ji aliyê OFAC ê de hat kirin. Ragihandina nivîskî wehaye:
“Wek encama gavên heya niha hatine avêtin, mal û mafên van kesan, rêxistin an şîrketên wan kesan yên li Amerîkayê an yên di bin peymana hemwelatiyên Amerîka de ne û para wan %50 zêde ye, temamê malên wan û mafên ku ji van malên wan tên bo wan, ji aliyê wezaretê de hatiye blokekirin.”
Wezaret ragihand ku şîrketên an rêxistinên ku behsa wan tên kirin, kirina kar bo wan hatiye qedexekirin, ev dorpêçên Amerîkayê ne daîmîne, bo guhertina kiryarên hukumeta Venezuelayê ye lê bi awayeka erênî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin